ku ez vegeriyama
wê sê rojan rojî bigirta
di ber riya xwedê de
wê sê nanê firnê belav bikira
di ber riya şex û ûcaxan de
wê şîrê şêr ji min re bianiya
di şîvê êvaran de
wê gulîsorek por hinekirî bixwesta
li gora dilê xwe
ez bizewicandama
ne sê nanê firnê belav kir diya min
ne sê rojan rojî girt
ne gulîsorek por hinekirî xwest li gora dilê xwe
û ne şîre şêr anî di şîve êvaran de
ve-ne-ge-ri-yam
li wir mam
hêviyên wê di dil de
bûn kulmek cincoq
şikestin û man
porkura diya min
li ser dika malê
hîn li hêviya min e
hîn…
wê li wir por spî kir
min li wir jîn spî kir
2
ilahi mi bu amk jsjfdfd sonuna üzüldüm :( - sohrab 07.04.2017 04:57:55 |#3003900
garipmiş. ilk defa okudum. bir iki kelimeyi tam çeviremesem de anladım sanırım. güzel bir bakış açısı edinilmiş, sonradan kıymet bilme üzerine. - sohrab 07.04.2017 05:02:30 |#3006737